Parlementoya Iraqê civîneke veşartî li ser êrişên Tirkiyê pêk aniye

Çavkaniyek ji Parlamentoya Iraqê ragihand ku ji beriya niha Parlamentoya Iraqê, li ser êriş û bombebarana dewleta Tirk a dagirker ya li ser xaka Iraqê civînek veşartî li darxistiye. Di civînê de ji hikûmetê re pêşniyarên pêwîst hatine pêşkêşkirin.

Çavkaniyeke ku nexwestiye navê wî eşkere bibe, derbarê hewlên Parlamentoya Iraqê yên li ser êrişên welatên cîran yên li ser Iraqê de ji Rojnews’ê re axivî.

Çavkaniyê eşkere kir ku Parlamentoya Iraqê ji bo dîtina çareseriyekê ji bo pêşîgirtina li êrişên li ser xaka Iraqê, civînek veşartî li darxistiye.

Heman çavkaniyê destnîşan kir ku di civînê de ji hikûmetê re pêşniyarên pêwîst pêşkêşî hikumetê hatine kirin.

Refîq Salih: Ji bo parastin û ewlekariya Iraqê em amade ne

Her wiha Parlementerê çerçoveya hemahengiyê Refîq Salih jî derbarê helwesteke li dijî dagirkerê de axivî û got:

“Em wek aliyê Çerçoveya Hemahengî yê Parlamentoya Iraqê, ji kombûneke derbarê êrişên li ser serweriya Iraqê de amadene.

Ev nayê qebûlkirin ku destkarî li ser serweriya nîştîmaniyê dikin û dibin sedema kuştin û koçberbûna gelê Iraqê.”

Back to top button