Hevdîtinên DEM Partî ên bi gel re dewam dike

Tenê 27 roj ji hilbijartinên şaredariyê yên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê re maye.
Lewma DEM Partî yê lez daye xebatên ji bo hilbijatinê.
Di vê çarçoveyê de DEM Partî li Xarpêt û Dêrsîmê hevdîtina gel pêkanî.
Hevserokê giştî yê Dem Partî Tuncer Bakirhan destnîşan kir ku divê gelê Tirkiyê vê zilmê bi dawî bikin û banga çareseriya pirsgirêka Kurd kir.

Xebatên ji bo hilbijartina yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan DEM Partî dewam dikin.

Têkildarî vê yekê DEM Partî li bajarokê Sarocan ê navçeya Depê ya Xarpêtê mîtîngek lidar xist.

Hevserokê DEM Partiyê jî di nav de parlamenter û namzetên hevşaredariyan amade bûn.

Şande di ketina navçeyê de bi dahol û zirneyan hatin pêşwazîkirin.

Li qada hevdîtinê Hevserokê Giştî Tuncer Bakirhan axivî û ji bo xwedîderketina vîna xwe bang li gel kir.

DEM Partî li warê şehîd Mazlûm Dogan bi gel re civiya

Piştî mitîngê, hevdîtinên bi gel re li warê Şehîd Mazlûm Dogan ango navçeya Depê dewam kir.

Bername, bi danasîna namzetên hevşaredariyê dest pê kir û paşê Tuncer Bakirhan axivî.

Bakirhan, diyarkir li Tirkiyê bajarên herî xizan bajarên kurdan e û wiha got:

“Dibêjin ku bila kurd li cihê jê ji dayik bûne pariyê nanê xwe û kar peyda nekin.

Naxwazin zarokên kurdan bixwînin û hewl didin bixin nav tora tiryakê.

Ji bo gelê kurd bi zimanê xwe neaxive, gelên Tirkiyê xizantir kirin.”

Hevserokê Giştî yê DEM Partî Tuncer Bakirhan destnîşan kir ku divê gelê Tirkiyê vê zilmê bi dawî bikin û banga çareseriya pirsgirêka Kurd a bi rêya guftûgo û danûstandinan kir.

DEM Partî piştî navçeya Depê derbasî Dêrsîmê bû

Di dawiya hevdîtina li navçeya Depê de şandeya DEM Partî derbasî Dêrsimê bû.

Li wir jî bang li Dêrsîmiyan hate kirin ku bersiva herî tund bidin deshilata AKP û MHP’ê.

Lîsteya namzetên DEM Partiyê yên ji bo hilbijartinan eşkere bû

Back to top button