“Helwesta Amerîka ya hevkariya bi QSD’ê re neguheriye” Bi vê hevokê Wezareta Parastina Amerîkî dupat kir ew hîna hevkarên QSD’ê ne û tevî nerazîbûnên Tirkiyê, wan helwesta xwe di vî alî de neguherandiye.
Berdevkê Pentagonê, John Kirby, di konferanseke çapemeniyê de tekez kir ew hîna li ser helwesta xe ne û hevkariya xwe ya bi QSD’ê re didomînin.
Kirby piştrast kir peywira Amerîka a li Sûriyê ji bo têkbiran DAIŞ’ê berdewam e, ji bo wê jî hevkariya wan a bi QSD’ê re jî wê dewam be.
Berî çend rojan dîsa John Kirby gotibû ew bi QSD’ê re hevkar in û li dijî gefên Erdogan ên êrîşkirina herêmê, banga dûrbûna ji şerekî nû û bicihanîna peymana agirbesta 2019’an kiribû..
Ev helwesta Amerîka di demekî de, ku dewleta Tirk gef û êrîşên xwe yên li ser herêmê zêde kirine, tê..
Erdogan jî ku serkêşiya van êrîşan dike, bi vê helwestê û daxuyaniyên wan, tengav dibe û hêrsa wê zêde dibe..