Umer Osê: Lihevkirina di navbera hemû aliyan de wê Sûriyê xurt bike

Serokê Însiyatîfa Nîştimanî ya Kurd li Sûrî Umer Osê, dibêje lihevkirina Rêveberiya Xweser û Hikumeta Şamê wê Sûriyê xurt bike û piştrast kir ku opozisyon di destê dewleta Tirk de bûye amûr ku dagirkeriya xwe di Sûriyê de fireh bike. 

Umer Osê anî ziman ”Pirsgirêkên mezin di navbera her du aliyan de tune ne û hêvî kir ku nakokiyên heyî bi rêya danûstandinên dema pêş, werin çareserkirin.”

Umer Osê diyar kir ku lihevkirina di navbera her du aliyan de wê Sûriyê xurt bike û wê zirarê bide dewleta Tirk ku her dem dixwaze herêmên Sûriyê dagir bike.

Serokê Însiyatîfa Nîştimanî ya Kurd li Sûriyê Umer Osê bang kir ku hemû hêzên Kurd û pêkhate tevli danûstandinan bibin û piştrast kir divê odeyeke operasyonên leşkerî yên hevbeş di navbera hemû aliyan de were avakirin, da li hemberî her destwerdaneke Tirk bisekinin.

Back to top button