Bi diruşma “Bi çand û hunera neteweya demokratîk em ê dagirkeriyê têk bibin û serkeftinê misoger bikin” Tevgera Mezopotamya ya Çand û Hunerê çalakiyên xwe yên hefteya çandê didomîne.
Li navçeya Til Rifetê çalakî di roja sêyemîn de ji aliyê Tevgera Hîlala Zêrîn a Herêma Efrînê hat organîzekirin.
Endama rêveber a Tevgera Hîlala Zêrîn Ronahî Şêxo diyar kir ku ew çalakiyan bi armanca parastina çanda dayikê ku ji Mezopotamyayê dest pê kiriye û bi hezarê salanan xwe parastiye li dar dixin.
Piştre stranên şoreşgerî, gelêrî, dîlanên folklorî û şano hatin pêşkêşkirin.
Bi heman armancê li bajarê Hesekê jî Çalakiyên meha çandê di roja duyemîn de ye.
Çalakiya ku li Navenda Çand û Hunerê ya Xabûrê hat pêşandan bi beşdariya dehan kesî şanoyek ku behsa zehmetiyên koçberên Efrîn û Serêkaniyê dikin, hate pêşkêşkirin.