HPG: Hevrêya me Çavrê Gelhat şehîd bû

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê nasnameya gerîlaya YJA-STAR’ê Çavrê Gelhat eşkere kir û got: Hevrêya me Çavrê dixwest di gerîlatiya demê nû de kûr bibe û bi vî rengî bibe gerîlayeke profesyonel a YJA Starê. Bawer kir ku encex bi vî rengî dikare li dijî siyaseta qirkirinê ya ku dijmin li ser gelê me pêk tîne bibe bersiv, azadiya fîzîkî ya Rêbertiya me pêk bîne û tola şehîdên me hilîne.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê nasnameya gerîla Çavrê Gelhat ku li metînayê di encamê qezayekê de şehîd bû eşkere kir.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi vî rengî ye:

Hevrêya me Çavrê di nava malbateke welatparêz a Botanê û ji eşîra Spêrtî ji dayik bû.

Ji ber ku hevrêya me Çavrê di nava eşîr û malbateke bi vî rengî hêja de mezin bûye, ji temenê biçûkahiyê ve têkoşîna me nas kir.

Hevrêya me Çavrê ku jina serhildêr a Botanê û hezkiriya azadiyê bû û bû mîlîtanek xurt ya xeta PAJK’ê.

Baweriya xwe ya ji serkeftinê re her roja ku derbas bûyî mezin kir û xwe pêş xist.

Ji bo ku Şerê Gel ê Şoreşgerî bi ser bikeve, kedeke mezin da.

Li dijî polîtîkayên bişaftinê û pêkanînên şerê taybet ku dijmin dixwaze li Kurdistanê belav bike, bi hestiyar bû.

Hevrêya me nasnameya xwe ya Kurdîtiyê û zimanê xwe parast.

Heta kêliya ku şehîd bûyî bi baweriya ji bîrdoziya Rêbertî û meşa li ser xeta jina azad, bû mîlîtaneke mînak a PKK-PAJK’ê.

Weke hevrêyên wê em diyar dikin ku em ê bibin şopdarê xeyalên wê.

Em ji malbata hêja ya hevrê Çavrê û hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin.

Agahiyên derbarê nasnameya hevrêya me Çavrê Gelhat bi vî rengî ne:

Nasnav: Çavrê Gelhat
Nav û Paşnav: Şîlan Bakşî
Cihê Jidayikbûnê: Şirnex
Navê Dayik: Nazenîn
Navê Bav: Osman
Cih û Dîroka Şehadetê: 4’ê Cotmeha 2023’an/Metîna

Back to top button