Fransa tankan bo Ukrayna dişîne

Di demekî ku çekên giran tên bikaranîn de, Fransa ragihand ku wê tankan ji bo piştevaniya Kîevê bişînin.
Amerîka jî li dijî balafirên bêmirov yên Îranê ku tên îdiakirin di şerê li Ukrayna de tên bikaranîn li pey cezayê nû ne.

Di meha 11 a şerê li Ukrayna de, rêveberiya Kîev di parastina xaka welat de bi israr e.

Êrişa çekên giran yên herdu aliyan didin xuyakirin ku bi hatina demsala zivistanê re wê ev rewş wiha dewam bike.

Bangên piştevaniya Serokomarê Ukrayna ya ji welatên rojavayî encamê digre.

Herî dawî hikumeta Parîsê ragihand ku ew ê tankên nû bişîne Fransa.

Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî da destnîşan kir ku heta Ukrayna li hemberî Rûsyayê bi ser bikeve û li Ewropayê aştî pêk were ew ê piştgiriyê bidin Kîevê.

Emanuel Macron da zanîn ku Fransa wê tankên sivik bide Ukraynayê û piştgiriya parastina asmanî bidomîne.

Macron têkildarî jimara tankên werin şandin ti agahî neda.

Amarîka dixwaze cezayên nû li ser Îranê ferz bike

Li aliyekî din piştî îdiayên ku Îran balafirên bêmirov daye Rûsyayê, Amerîka ketiye tevgerê.

Amerîka dixwaze bi rêya cezayên nû derbê li hilberîna Îran ya balafirên bêmirov bide.

Li ser mijarê ji Koşka Spî daxuyaniyek hate dayîn.

Berdevka Civata Ewlekariya Netewî ya Qesra Spî Adrienne Watson got;

Em li rêyan digerin ku bi rêya ceza û kontrolkirina hinardekirinê, berhemanîna firokeyên bêmirov ên Îranê (UAV) bike armanc.

Watson îşaret bi derxistina astengiyên gihandina Îran ya ji bo teknolojiya nûjen kir.

Amerîka ji despêka şerê li Ukraynayê ve ragihandibû ku kesên çekan bifiroşin Rûsya wê ceza li ser werin sepandin.

Back to top button