Li Tirkîyê.. 50 ronemevanên jin bi tewanbariyên nerast hatine dadgehkirin

Koalîsyona Jinê ya di Rojnamegeriyê de (CFWIJ) bi rêya raporeke ragihand ku welatê herî zêde tundî li rojnamevanên jin tê kirin Tirkiye ye. Koalisyonê diyar kir ku li Tirkiyê 50 rojnamegerên jin bi tawanbariyên bêbingeh û nerast hatine dadgehkirin.

Dewleta Tirk û binpêkirina mafên mirovan senaryoyeke bê dawî ye.

Koalîsyona Jinê ya di Rojnamegeriyê de (CFWIJ) bi rêya raporeke ragihand ku li Tirkiyê 50 rojnamegerên jin bi tawanbarîyên bêbingeh û nerast derketine pêşiya dadgehê û ji wan:

20 ji wan li navendên nûçeyan rastî zimandirêjî û biçûkxistinê hatine.

15 jî dema ku nûçe û bûyeran dişopandin rastî tundî û eşkenceya ji aliyê polîsan ve hatine.

14 hatin binçavkirin û ji wan 3 ketin zindanê.

3ê jî ji kar hatin derxistin.

Yek jî gef lê hat xwarin û yek jî bû armanca gotara nîjadperestiyê.

Jixwe rêxistinê, bi boneya 3’yê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanî ragihandibû ku welatê herî zêde tundiyê li rojnamevanên jin dike, Tirkiyê ye; ku ji destpêka 2021-an û vir ve, 114 rojnamegerên jin rastî êrîş û gefan hatine.

Rêxistina Piştgiriya Navneteweyî ya Rojnamegeriyê jî bi rêya raporeke eşkere kir ku ji destpêka vê salê de, navanda wan 348 sûcên tundî û gefxwarinan ên li dijî rojnamevanan li seranserê cîhanê belge kirine.

Dadgeha Ewropî jî herî dawî ji bo mijara rojnamevana bi navê Banu Güven, Tirkiye bi dayîna 1500 Euro ceza kir.

Banu Güven, pêşkêşvaneke Televîzyona IMC bû û ji ber di 2013an de li ser weşana zindî parastina Kurdan kir, televîzyon hat girt û ew ji mafê rojnamevantiyê hat bêparkirin.

Jixwe li Tirkiyê, rêjeya eşkenc û kuştina jinan bi tevahî gelekî bilind e.

Li gorî Platforma “Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin”, di sala 2019’an de 474 jin li Tirkiyê hatine kuştin.

Back to top button