Rêveberiya Başûrê Kurdistanê çûn û hatina welatiyan di dergeha Pêşxabûrê re asteng dike

Rêveberiya Dergehan a Bakur û Rojhilatê Sûrî ragihand ku hikûmeta Başûrê Kurdistanê bi biryarekê çûn û hatina welatiyan di dergeha Sêmalka – Pêşxabûrê re asteng dike û gelek zehmetî ji bo welatiyan çêdibin.

Ji Rêveberiya dergehan Rodî Mihemed Emîn ji Ronahî TV re diyar kir ku “Ji sala borî ve ji ber Vîrûsa Coronyê dergeha Sêmalka – Pêşxabûrê hatibû girtin û tenê ji bo rewşên mirovî, bazrigan û derbaskirina bûkan dihat bikaranîn”

Mihemed Emîn da zanîn ku “berî demekê daxwaz ji aliyê Başûrê Kurdistanê kirine da ku dergeh careke din were vekirin , lê belê piştî dayîna bersivê rêkarên burokratî gelekî zêde bûne û zehmetiyan ji bo welatiyan çêdike”

Li gorî formekê ku Ronahî Tv kopyek jê bi dest xistiye, gelek agahî û ziravî ji kesên dixwazin derbas bibin tê xwestin û ev jî ji bo welatiyan him demê dixwe û him jî dibe zehmetiyeke mezin.

Ji Rêveberiya Dergehan Rodî Mihemed Emîn destnîşan kir ku “Eger kesekî nexweş bixwaze biçe Başûrê Kurdistanê, divê forme were dagirtin û ji Sêmalka bişîne Pêşxabûrê û piştî 48 saetan yan wê were qebûlkirin û yan jî na”

Berpirsê di Rêveberiya Dergahan bal kişand ser wê yekê ku “Gelek kesên nexweş yan bazirgan yan jî bûk, ji Kobanê, Tebqa, Minbic û koçberên Efrînê yên li bajarên dûr tên û ji bo wan bendewariya 48 saetan li ber dergeh gelekî zehmet û zirarmend e”

Di heman wextê de “Jimareke mezin jî ji bo dermankirinê bi taybet Penceşêr nikarin biçin deverên Rejîmê, biryaryeke bi vî awayî ji bo wan dibe astengiyeke mezin”

Dergeha Sêmalka tekane dergeh di navbera Başûrê û Rojavayê Kurdistanê vekirî ye û herî zêde ji bo rewşên mirovî û çûn û hatina welatiyan tê bilkaranîn.

Ev biryar jî di demekê de tê ku endamekî nûnertiya Rêveberiya Xweser li Hewlêrê û du endamên pêweyndiyên PYD’ê hefteyeke li Hewlêrê hatine girtin û tu agahî ji wan nayên bidestixstin.

Back to top button