Şehîd Ebas Îbrahîm Mehmûd bi merasîmeke girseyî hat oxirkirin

Di van êrîşên dewleta Tirk de sivîl jî tên armanckirin û bi hovane tên kuştin. Herî dawî dewleta Tirk Ebas Îbrahîm Mehmûd yê ji Pişderê şehîd xistibû û bi merasîmeke girseyî hat oxirkirin.
Li dijî van kirinên Tirkiyê tevlîbûn û soza tolhildana van şehîdan tê dayîn.

Roja 13’ê Hezîranê balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker li herêma bajarokê Pişder a Silêmaniyê wesayîtek sivîl bombe kir.

Di vê êrişê de yek ji şehîdan Ebas Îbrahîm Mehmûd 4 Kurdistanî şehîd bibûn.

Şehîd Ebas Îbrahîm li Silêmaniyê bi beşdariya bi hezaran kesî ve hate oxirkirin.

Di meşê de hêrseke zêde li dijî dewleta Tirk a dagirker hebû..

Her wiha welatiyan bê navber dirûsmeyên ‘Bijî berxwedana gerîla û Bijî serok APO qîriyan.

Di dema veşartina şehîd de axaftin hatin kirin û di peyaman de bêdengiya hukûmeta herêmê û Iraqê hat şermezarkirin û hat gotin:

Yekane rêya pêşîgirtina van êrişan serîhildan û rabûna gelê Başûrê Kurdistanê ya li dijî dagirkeriya dewleta Tirk e..

Ciwanek Başûr çeka Şehîd Rêdûr rakir û soza tevlêbûna nava refê PKK’ê da

Her wiha ciwanek jî hêrsa dijî dagirkeriyê bi eşkerekirina biryara tevlîbûna nava refên gerîla li pêşbeî hemû ragihandina ragihand.

Ciwanê ku axaftinek kurt kir, wiha got:

“Ez wekî ciwanekî Başûrê Kurdistanê biryara xwe ya tevlîbûna gerîla eşkere dikim. Çeka Şehîd Rêdur radikim, nahêlin bikeve erdê. Bila malbata şehîd aram be, ji niha û pê de kurê we me.”

Piştî axaftinan cenaze hat veşartin..

Back to top button