Dê îro serokên Amerîka û Rûsiya li Cenevê bicivin

Îro Serokê Amerîka û yê Rûsya Vîlademîr Putîn derbarê berjewendiyên hevbeş ê Rojhilata Navîn wê bicivin.

Meha Nîsanê Biden bi rêya telefonê bi Serokê Rûsiya Pûtin re axivî û jê xwestibû li cihekî sêyemîn bicivin.

Di encamê de îro piştî nîvor li Cinêva Siwêsra wê civîn were lidarxistin.

Tişta balkêş jî ew e ku beriya ev civîn were lidarxistin, Biden beşdarî civînên G7 û NATO yê bû.

Tê gotin li wir jî derbarê vê civînê de hin nîqaş û şêwir hatin kirin.

Rewşa Sûriyê jî di nav de wê herdû alî gelek mijaran nîqaş bikin

Li gorî hin raporan wê di civînê de xalên girîng, berjewendiyên hevbeş ên di navbera herdû welatan, rewşa Sûriyê, Lîbiya, Efxanistan Qerebax û Okraniya werin nîqaşkirin.

Back to top button