Berxwedana zindanan bi biryardariyeke xurt didome

Berxwedana zindanan a ji bo azadiya rêber Apo bi biryardariyeke xurt didome..Li girtîgehan jî binpêkirinên mafan dewam dikin, girtî ji ber qanûna înfazê nayên berdan.

Ji bo azadiya rêber Abdullah Ocalan û bidawîkirina binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehên Tirkiyê çalakiya grevê hat destpêkirin.

Çalakiya bêdem û bidorveger bi dewrgirtina koma 35’emîn re ket roja 171’an.

Li Kampa Penaberan a Mexmûrê, çalakiyê grevê di roja 150’yemîn de didome.

Her wiha li Kampa Lavrîo ya Yewnanistanê jî çalakî 133 roj in didome.

Girtiyên ku hikmê wan qedîyaye, bi kêfî ji ber qanûna înfazê nayên berdan

Hevberdevka Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Hiqûqnasên Azad (OHD)’ê û Parêzer Destîna Yildiz jî bal kişand ser binpêkirinên li girtîgehan û kirinên kêfî yên Qanûna Înfazê ku Çileya 2021’ê kete meriyetê.

Parêzer Destîna diyar kir ku girtiyê bi navê Fexredîn Şahîn yek ji wan girtiyan e ku 30 salên wî yên girtî temam bûne û anî ziman ku, diviyabû bi şert bihata berdan, lê bi guhertina ku di Adara 2020’î de li Qanûna Înfazê hate kirin, nehate berdan.

Rêveberiya Girtîgehê û Desteya Çavdêriyê biryar dan ku rewşa wî ‘ne başe’.

Parêzer Destîna got:

Di vê demê de hevdîtin bi girtiyan re tê kirin û pirsên wiha li wan tê kirin:

‘Hûn Abdullah Ocalan weke lîderê rêxistinê dibînin?’, ‘Roj ji bo we tê çi wateyê?’, ‘Rêberê we kî ye?’, ‘Hûn poşman in, ne poşman in?’

Destîna diyar kir mekanîzmayek nîne ku ev pirs û hevdîtin çawa tê kirin. Ev pêvajoya kêfî ti eleqeya xwe bi edaletê re nîne.

Li girtîgeha bafra lêgerîna tazî li girtiyan tê kirin

Girtiyê bi nexweşiya epîlepsî Selamî Keleş, dema ku sirgûnî Girtîgeha Bafra ya Samsûnê kirine, lêgerîna tazî lê kirine û gardiyanan jî êşkence lê kirine.

Dayîka wî Guzel Keleş bertek nîşanî pêkanînan da û got:

“Heta roja îro tu kes nebû dengê wan. Em vê tundî û bê edaletiyê qebûl nakin.”

Li Romayê civînek hat lidarxistin

Komîteya ‘Azadî ji Abdullah Ocalan re’ jî li paytexta Îtalya Romayê bi civînekê dest bi karên serdema nû kir.

Civîna komîteyê li Navenda Çanda Kurd a Araratê pêk hat.

Gelek siyasetmedar û akademîsyen jî bi rêya înternetê tevlî civînê bûn.

Di civînê de li ser Rêberê Apo kurtefîlmek hate nîşandan.

Back to top button