Di bombebarana balafirên Rûsî li dijî bargehên çeteyên dewleta Tirk li rojavayê Idlibê, 4 çete hatin kuştin.
Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku, balafirên Rûsî baregehên çeteyan li herêma Hemam a gundewarên Cisir Şixûr bombebaran kirin.
Balafirên Rûsan li dijî baregehên çeteyan 11 êrîş pêk anîn, 4 çete hatin kuştin û jimarek birîndar bû.
Li gorî çavdêriyê, çeteyan jî duh li dijî baregehên hêzên hikumeta Şamê li bajarê Seraqibê li rojhilatê Idlibê êrîşek pêk anîbû.