Xeyas Sûrçî: Ew lihevkirin a PDK’ê, ne ya hikûmetê ye

Berpirsê Peywendiyan a Navenda YNK’ê ya Mûsilê Xeyas Sûrçî û rêveberê PADÊ Hisên Hecî, bal kişand ser lihevkirina Bexda-Hewlêrê û diyar kir ku lihevkirina li ser Şengalê, planeke dewletên derve ye û partiyên wan ne bi vê lihevkirinê re ne.

Bêyî vîna xelkên Şengalê bingeh were girtin, PDK û Bexdayê 9’ê Cotmehê Şengal li hev par ve kirin.

Berpirsê peywendiyên Navenda Yekîtiya Niştîmanî Kurdistan (YNK) ya Mûsil Xeyas Sûrçî helwesta partiya xwe ya têkildarî vê lihevkirinê ji ANF’ê re nirxand.

Xeyas Sûrçî destnîşan kir ku ev lihevkirina ya PDK’ê ye, ne ya hikumeta Başûrê Kurdistanê ye û got:

“Sê navendên partiya me li seranserî parêzgeha Nînewayê heye, lê pirs ji me nehatiye kirin.

Gumana me ji vê lihevkirinê heye. Ev lihevkirin wê nixumandî nemîne.”

Xeyas Sûrçî: Em ne bi lihevkirinê re ne

Sûrçî lihevkirina li ser Şengalê bi planeke dewletên derve bi nav kir û anî ziman ku partiya wan ne bi vê lihevkirinê re ye.

Sûrçî dibêje:

Divê ew lihevkirin hemû herêmên nakok ên dikevin madeya 140 ên weke Kerkûk, Xaneqîn, Mendelî, Celewla û Deşta Nînewayê û hemû deverên din, bigire nava xwe.

Xeyas Sûrçî: PKK’ê 200 hezar Êzidî parastin

Berpirsê peywendiyên Navenda YNK’ê anî ziman ku PKK’ê li Şengalê berxwedanekî baş kir û xelkê Êzidî parast û îroroj kes nikare carekî din Şengal bifiroşe..

PADE: Em peymana ku Êzidiyan nebîne nas nakin

Rêvebirê Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidî-PADE, Hisên Hecî jî derbarê mijarê de axivî.

Hecî, destnîşan kir ku gelê Şengalê, Meclisa Xweser a Demokratîk a Şengalê, saziyên wê û mezinên Êzidiyan, vê peymanê nas nakin, ev peyman li dijî vîna Êzîdiyan e.

Hecî got:

“Heta daxwaz û vîna me neyên naskirin, kes nikare bi me re rûnê. Wê zarokên Êzidî Şengalê biparêzin. Ev peyman wê nekeve pratîkê.”

Back to top button