Şandeyeke Şengalê bi armanca ku bi hikûmeta navendî re hevdîtinan pêk bîne, çû Bexdayê.
Ev serdan piştî peymana di navbera hikûmeta Bexda û Hewlêrê de, pêk tê.
Hate ragihandin ku şandeya çûyê Bexdayê, ji rêveberên Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê, pêşeng, serokeşîr û rûspiyên herêmê pêk tê.
Têkildarî sedem û mijara hevdîtinên ku dê pêk werin, zanyariyên berfireh nehatin bidestxistin.
Di 9’ê Cotmehê de, di navbera rêveberiya Hewlêrê û Hikumeta Bexdayê de li dijî Şengalê komployek pêk hatibû.
Tê de, rêveberî û hêzên ewlehiyê ku niha li Şengalê ne, ji nedîtî ve hatibûn.