PAJK: Di salvegera Komployê de li her qadê berxwedanê geş bikin

Koordînasyona PAJK’ê bi wesîleya salvegera komploya 15’ê Sibatê daxuyaniyek da.
PAJK’ê bang kir û got: “Divê jin, ciwan, temama civakê ku xwediyên rast yên polîtîkayê ne, pêwîste bendên faşîzmê yek bi yek hilweşînin û têkoşînê bilind bikin.”

Koordînasyona PAJK’ê bi wesîleya salvegera komploya 15’ê Sibatê daxuyaniyek da.

Daxuyaniya PAJK’ê bi vî rengî ye:

“Jin, gel li dijî komploya 15’ê Sibat’ê her tim di nav têkoşînê de ne.

Azadiya Rêber Apo dikin hêceta jiyana xwe û wek îradeya xwe diparêzin.

Bi veguhertina hişmendî û pratîka çalakiya şoreşgerane beşdarî pêngava azadiya dîrokî ya Rêber Apo dibin.

Paradîgmaya Rêber APO û felsefeya ‘JIN JIYAN AZADÎ’ berbelav dibe.

Azadiya gelê Kurd bi çarenûsa gelên Rojhilata Navîn re dibe yek.”

PAJK: Komplo gihîştiye merheleyek krîtîk

PAJK’ê di berdewamiya daxuyaniya xwe de wiha got:

“Pergala tecrîta Îmralî derveyî huquq e û pergala esaretê ku xwedî statûyek teybete.”

Divê jin, ciwan, temama civakê ku xwediyên rast yên polîtîkayê ne, pêwîste bendên faşîzmê yek bi yek hilweşînin û têkoşînê bilind bikin.

Rêya vê, li dijî plana komployê li her qadê rêxistinkirina berxwedanê û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye.”

PAJK: Divê her kes erkên xwe yê şoreşê bibandor bimeşîne

Koordînasyona PAJK’ê herî dawî bang li gelê kurd kir ku çalakiyên bi bandor bên li darxistin û got:

“Ya ku wê plana qirkirina komploger têk bibe, berxwedan û serhildanên gel yên dîrokî ne.

Serîde jin, em bang li hemû ciwanên Kurdistan û herkesê dikin ku erkên xwe yên şoreşê bibandor bimeşînin.

Bi awayek bihêz beşdarî meşa mezin ya 17’ê Sibat’ê ku wê li Koln’ê bê çêkirin, bibin.

Wê hêzên komploger winda bikin, yên serbikeve jin û gel in.”

KCK: Hêzên kapîtalîst ji bo pêkanîna armancên xwe Rêber Apo wekî astengî didîtin

Back to top button