Dewleta Tirk li bajarê Qamişlo avahiya Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Suriyê kir armanc.
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser mijarê daxuyanî da.
Rêveberiyê got: “Di têkbirina çeteyên DAIŞ’ê de tevahî “Mirovahî” deyndarê wan birîndar û şehîdan e.”
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser êrîşa avahiya Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Suriyê daxuyanî da.
Daxuyaniya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de wiha hat gotin:
“Dûrî nirxên exlaqî, pîvan û binpêkirina hemû qanûnan li ser gel û herêma me berdewam dike.
Duh balafireke bê mirov mala birîndaran a li bajarê Qamişlo bombebaran kir.
Birîndarên ku biryardarî li dijî DAIŞ`ê û fikreyên tundrew şer kirin.
Rola wan û rêhevalên wan di tunekirina hebûna rêxistina terorîst a DAIŞ`ê de dîrokî bû.
Bi vê yekê tevahî “Mirovahî” deyndarên wan birîndar û şehîdan e.”
“Em xwe dispêrin zanebûna gelê xwe”
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê herî dawî got:
“Em teqeziyê li ser pêwîstiya tevgera raya giştî ya herêmî û navneteweyî her wiha Koalisyona Navneteweyî dikin.
Em xwe dispêrin zanebûna gelê xwe, têkoşîna wê ya demokratîk û sekna wî di biryara wî ya dîrokî di projeya pirreng de ku li ser esasê biratiya gelan û hevgirtina wan hatiye avakirin.
Malbatên Şehîdan: Em ê li ser axa xwe bimînin û destkeftiyên xwe biparêzin