Bi dawîbûna sala xwendinê karname li xwendekara hatin belavkirin

Piştî bi dawîbûna sala xwendinê li herêmên Bakur û Rojhilarê Sûrî ya bi rêya “Oonline”, îro li navçeya Terbespiyê Desteya Şopandina Dibistanan karname li xwendekaran belav kir.

Li navçeya Tirbespiyê ya bajara Qamişlo karname li ser 11 hezar û 798 xwendekar yên ku li ser 143 dibistanên navçeyê hatibûn dabeşkirin, belav kirin.

Endama Destya Şopandina Dibistanan Xaliya Xaşo destnîşan kir ku piştî rawestandina dibistan û temamkirina xwendina online, wan rewşa xwendekarên xwe li malê dişopand.

Karname li ser xwendekarên refên seretayî ta refa 11 a amadehî hatin belav kirin.

Belavkirina karnameyê re sala xwendinê ya 2019-2020’an bi dawî bû.

Back to top button