Salvegera 10. a komkujiya Parîsê

Îro salvegera 10. a komkujiya 9’ê Çile ya li Parîsê ye. Di vê rojê de 3 jinên pêşeng ên tevgera azadiya jinan şehîd bûn. Ji 2013 heta 2022’an dem cuda, lê cih û kujer heman heman e. Komkujî li pey komkujiyê û hewla qirkirina kurdan.
Berpirs û kujer dewleta Tirk e, lê heta niha nehatine darizandin..

9’ê Çileya 2013’an li Buroya Enformasyona Kurdistanê ya paytexta Fransa Parîsê; sê jinên Kurd, têkoşer û pêşengên Tevgera Azadiya Jinan bûn armanc.

Yek ji damezrînera PKK’ê Sakîne Cansiz, nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez hatin şehîdkirin.

Berpirsên bingehîn MÎT û Erdogan e, lê nehatin darizandin

Ev komkujî ji aliyê sîxûrê dewleta Tirk û endamê MÎT’ê Omer Guney ve pêk hatibû.

Heta salekê piştî komkujiyê jî qeydên deng ên kujer derketibû holê.

Ji ber vê daraza Fransayê der bare rola MÎT’ê de xwest lêpirsîn were kûrkirin.

Doz qaşo wê 24’ê Sibata 2017’an dest pê bikirina, lê ihtimal hebû ku Omer Guney biaxive û li xwe mikur were.

Lerwa 17’ê kanûnê bi operasyoneke taybet kujer Omer Guney di girtîgehê de hat kuştin.

Dozgeriya Parîsê piştî mirina Omer Guney ser dozê girt.

Lê biryardariya malbatên şehîdan dozgeriya Fransa neçar kir ku lêkolîneke edlî der bare komkujiyê de bide destpêkirin.

Biryara vê jî di meha Gulana 2019’an de hat girtin.

Di vê biryarê de roleke mezin a operasyona gerîlayên HPG’ê li dijî MÎT’a tirk hebû.

4’ê Tebaxa 2017’an, gerîlayan li Silêmaniyê çend serkirdeyên MÎT’a tirk girtin.

Wan sîxûran, der barê pîlanên qirêj yên rejîma tirk de gelek agahî dan.

Di nava agahiyan de pîlansazî û pêkanîna Komkujiya Parîsê jî hebû.

Sîxûrên MÎT’ê Erhan Pekçetîn û Aydin Guney eşkere kirin ku komkujiya Parîsê ji aliyê îstîxbarata Tirk ve hatiye kirin.

Yek ji wan kesan jî Sabahattîn Asal bû.

Dema ku li Parîsê sê jinên şoreşger hatin şehîdkirin, Sabahattîn Asal alîkarê Hakan Fîdan bû.

Dozgeriya Fransayê li gel ewqas belge û agahiyan jî ji Gulana 2019’an ve bi tenê lêpirsîneke edlî vekiriye.

10 sal in û hê jî der heqê fail ango MÎT’a tirk û şefê rejîma faşîst Erdogan de tu gav nehatine avêtin.

Û hê jî daxwaza kurdistaniyan a ji bo pêkanîna adeletê bi cih nehatiye.

Tevî vê jî dîsa li ber çavê her kesî komkujiyeke din li Parîsê pêk hat.

Ji ber edalet pêknehat, dîsa li Fransa komkujî pêk hat

23’ê Kanûna 2022’an, pêşenga jinan Evîn Goyî, hunermend Mîr Perwer û welatparêz Abdurehman Kizil hatin şehîdkirin.

Raste rast dewleta Tirk dîsa li pey komkujiyê bû.

Tenê 3 roj beriya êrîşê, şewirmendê Erdogan Fahrettin Altun, cardin bi awayekî vekirî gef Kurdên li Fransayê xwaribû.

Lê Fransa gefxwarinên Tirkiyê ên li dijî siyasetmedarên Kurd paşguh kirin.

Her wiha kujer bi buhaneya nexweşê derûnî ye, dozgeriya Fransayê di serî de lêpirsîna kujer sekinand, ew ji girtîgehê derxist û derbasî nexweşxaneya derûnî kir.

Lê piştî nerazibûnan cardin ew binçav kirin.

Fransa ji ber helwesta xwe hevkarê Tirkiyê ye

Her çiqasî rayedarên hikûmetê xemgîniya xwe ya têkildarî komjiyên Parisê anîne ziman jî, lê gavên şênber ên dewletê rastiyeke cuda destnîşan dikin.

Tevî gelek bangan jî dewlet ji eşkerekirina radeya siyasî ya vê komkujiyê û rola faşîsta Tirk cardin direve.

Ne di Çileya 2013’an û ne jî di Kanûna 2022’an de dem, cih û aliyên hatine armanckirin ên herdu komkujiyan ne “bi tesadûfî” bûn, dewama komploya navneteweyî ye..

Back to top button