Xelkên Firatê êirşên li dijî herêmê şermzar kirin

Bertekên gel li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker dewam dikin
Li kantona Firatê bi çalakiyên cûda êrişên dagirkeriyê hatin şermzarkirin.
Her wiha peyama berxwedan û tekoşîna li dijî êrişan hate dayîn.

Xelkên Sirînê ya kantona Firatê li dijî êrişên dagirkeriyê daketin qadan.

Piştî ku meş veguherî mêtingê, Hevserokê Meclisa Sirînê Şeban Ebdullrezaq daxuyaniyek da.

Ebdullrezaq êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmê şermzar kir û wiha got:

“Êrişên dagirkeriyê rê li ber zindîbûna çeteyên DAIŞ’ê vedike.”

Xelkên Eyn Îsa eşkere kirin ku ew dev ji xaka xwe bernadin û li rex hêzên QSD’ê bersiva dagirkeran bidin.

Meclîs û komînên Kobanê bi mebesta şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk a dagirker û destekdayîna saziyên rêveberiya xweser daxuyaniyek da çapemeniyê.

Daxuyanî li pêşiya Stasyona Enerjiyê ku 14’ê Çileyê ji aliyê artêşa dewleta Tirk a dagirker ve hatibû bombebarankirin û di encamê de tevî navenda Kobanê û 360 gund bê elektirîk mabû hate dayîn.

Hevserokê Meclîsa Bajarê Kobanê Mistefa Êto li ser navê girseyê axivî û êrîşên dagirkeriyê şermezar kirin.

Mistefa Êto da zanîn ku ev êrîş sûcekî mirovahiyê ye got:

“Em ê weke meclîs û komînan heta dawiyê bi saziyên xwe yên xizmetguzariyê re bin.

Em ê destek bidin rêveberiya Stasyona Kehrebeyê.”

Hevserokê Ofîsa Enerjiyê ya Herêma Firatê Welîd Ciman jî spasiya meclîs û komînan kir û got, ew ji bo xizmeta gel tişta ji destê wan tê bikin.

Welîd Ciman xwest ku di van demên zehmet de gel jî piştgiriya wan bike û tasarufê (kêm bikaranînê) bikin.

Her wiha rûspî û serokeşîrên kantonê jî bi daxuyaniyekê li navçeya Sirînê êriş şermezar kirin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê û binesaziya wê nîşan didin ku ew li qada herêmî û navneteweyî têk çûye û hewl dide krîza xwe ya hundirîn derxe derve.

Dawiyê bang li hêzên navneteweyî û rêxistinên mirovî hat kirin ku destekê bidin gelê herêmê û soza şopandina rêya şehîdan heta pêkanîna azadiyê hat dayîn.

Back to top button