Şaneya Ragihandina Ewlehiya Iraqê: Li dijî DAIŞ û şaneyên wê operasyona “Usûd El-Cezîre” hat destpêkirin

Şaneya Ragihandina Ewlehiyê ya Iraqî ragihand ku bi armanca paqijkirina herêmê ji bermahiyên DAIŞ’ê û şaneyên wê, hêzên wan Operasyona “Usûd El-Cezîre” dan dest pê kirin.

Li gorî Şaneyê, îro li dijî çeteyên DAIŞ’ê, Operasyona “Usûd El-Cezîre” bi armanca venêrîna bakurê Parêzgeha Enbar, başûrê Nînewa û rojavayê Selahedînê dest pê kir.

Şaneyê diyar kir ku Operasyon wê Newala Sersar, balafirgeha Cinêf, Sinêsle, çiyayê El-Menayif, El-Şeibanî, Tirêfawî, Newala El-Ecîc û Tilûl El-Teyarat jî bigire nava xwe.

Şaneyê da xuyakirin ku ev operasyon bi beşdarbûna rêveberiya Operasyonên El-Cezîre, Selahedîn, Rojavayê Nînewa, Heşd El-Şeibî û bi piştgiriya balafirên şer yên artêşê hat destpêkirin.

Di mehên dawiyê de êrîşên DAIŞ’ê li Kerkûk, Selahedîn û Diyalyê zêde bûbûn û piştî ku çeteyan roja Şemiyê çend êrîş bi ser baregehên Ewlehiyê yên li Diyalayê de biribûn, Hêzên Iraqî operasyoneke leşkerî li dijî wan dabû destpêkirin.

Back to top button