Li Idlibê..ji 3 meh û nîvan ve, 6700 maşîneyên leşkerî yê Tirkiye derbas bûne

Dewleta Tirk a dagirker li Idlibê xwe ji şerekî giran re amade dike. Îro dîsa maşîneyeke leşkerî ya Tirkî di dergeha keferlosîn de derbasî xaka sûriyê bû.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku dewleta Tirk bi dehan alvên Leşkerî û lojistîk ber bi nuqteyên xwe yê li herêma qaşo bêçek ve bir.

Ji destpêka ragihandina agirbesta Putin û Erdogan li Idlibê heya niha 3 hezar û 280 maşîneyên leşkerî û bi hezaran leşker derbasî Idlibê hatine kirin.

Li gorî çavdêriya Sûrî, di 3 meh û nîvan de jimara alavên leşkerî yên dewleta Tirk ku derbasî Idlibê bûne zêdetirî 6 hezar û 700 maşîne û zêdetirî 10 hezarê leşker in.

Back to top button