Li Amed û Dersimê hevserokên HDP’ê hatin binçavkirin

Rojane polîsên AKP’ê li dijî endam, hevşaredar û hevserokên HDP’ê operasyonên qirkirina siyasî pêk tînin.

Li Amed û Dersimê, di serdegirtina malan de, hevserokên HDP’ê jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin.

Li Amed û Dersimê, polîsan serê vê sibehê, bi ser gelek malan de girtin.

Li Amedê di sergirtina malan de, rêveberê Rêxistina (HDP) yê Bajêr, Hevserokên HDP’ê yên Navçeyên Rezan û Yenîşehîrê hatin binçavkirin.

Li gorî agahiyan kesên hatine binçavkirin, birin Miduriyeta Polîsan a Amedê.

Li Dersimê jî, polîsan di saetên serê sibê de, bi ser malên xwendekarên zanîngehê û HDP’iyan de girtin.

Di serdegirtinê de 10 kesên navên wan nehatin zanîn hatin binçavkirin û ew birin Miduriyeta Polîsan a Dersimê.

Zextên AKP’ê li ser rojnamegeriyê
 Ajansa Mezopotamyayê yê Wanê Yûnûs Dûman hat binçavkirin

Ne tenê li ser HDP’iyan, zextên li ser rojnamegeran jî her roj zêde dibin.

Herî dawî Nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê yê Wanê Yûnûs Dûman, hat binçavkirin.

Back to top button