Rejîma Sûrî foca 46’an ê weke baregeheke sereke ya Dewleta Tirk e û 3 KM dûrî bajarê Etaribê yê gundewarên Helebê ye, bi dest xist û Rûsya jî vç bajarî bombebaran dike.
Çavdêriya Sûrî ragihand ku li gel bidestxistina focê, deverên Urum el-Suxra, gundewarê muhendisîn a duyemîn û devera xaçerêya el-Sewme’a ketin destê Rejîmê.
Bi vê re jî, di nava çend rojan de, rejîmê 74 dever li başûr- rojavayê gundewarê Helebê kontrol kirine.
Çavdêriya Sûrî: 100 maşîneyên nû yên Tirkî, derbasî Idlibê bûn
Hemwextî wê jî, Çavdêriyê diyar kir ki dewleta Tirk karwaneke leşkerî ku ji100 kamyon û maşîneyên leşkerî pêk tê duh di dergeha Kefer Losîn re derbasî Idlibê kir.
Bi derketina aloziyê di navbera Tirkiyê û Rejîma Sûrî re, di nava 11 rojan de 1900 maşîneyên Tirkî gihaştine Sûriyê.