KJK: 15’ê sibatê Komploya herî mezin a li dijî jinan e

Koordînasyona Komalên Jinên Kurdistan (KJK)’ê Dewletên NATO’yê bi pêkanîna vê komployê tewanbar kir û teqez kir ku bi riya wê xwestin jiyana azad û demokratîk a Jinan tecrîd bikin. KJK’ê destnîşan kir ku Şoreşa Rojava ji berhemên Rêber Ocalan e û heta hikweşandina dîwarên Îmraliyê wê têkoşîna wan bi biryardarî bidome û her dverê bikin qada berxwedanê.

Bi rasthatina salvegera 21’an a Komploya navneteweyî ya 15 Sibatê, Koordînasyona KJK’ê Amerîka, Israîl û NATO bi pêkanîna Komoloyê tewnabar kir.

KJK’ê Rêber Ocalan bi hevrêyê rast ê jinan bi nav kir û destnîşan kir ku, niha bi riya tecrîda dûrî mirovahiyê ya li ser Rêber Ocalan, dixwazin, jiyana azad û demokratîk a jinan ku wî afirandiye tecrîd bikin.

Di daxuyaniya xwe de qala şoreşa Rojava jî kir û got ” Ev şoreşa Jinê ku tevahiya Cîhan sûdê jê werdigire, ji berhemên Rêberê me ye”

KJK : Ji bo têkbirina Komployê divê em têkoşîna xwe bilintir bikin

Koordînasyona KJK’ê komplo şermezar kir û teqez kir ku ” heta hilweşandina dîwarên Îmraliyê û xwedîderktina li şehîdên li dijî Komployê, wê têkoşîn ranweste û berxwedan jî berdewam bike.

Di dawiya daxuyaniya xwe de KJK’ê ji bo nîşandayîna helwestekê li dijî Komplo û tecrîdê bang li gel kir, roja 15 Sibatê li her derê dakevin kolanan û banga azadiya Rêber Ocalan bikin..

Back to top button