Şaredariya Gel a Bajarokê Mergeda ya navçeya Şedadê, 2 pirên ku bêtirî 100 gundî bi hev ve girê didin, sererast kirin û plansaziya projeyên nû daniye.
Şaredariyê, sererastkirina pira gundê Sercîn û Selca yên rojhilat û başûr-rohilatê bajarok bi dawî kirin.
Her du pir, bêtirî 100 gundên li ser rêya Dêrezor-Hesekê bi hev ve girê didin.
Hevserokê şaredariyê Elî Xeşman diyar kir ku wan plansaziya pira gundê Gişgiş û Fedxemî û projeya kanalîzasyonê ya bajêr jî danîne.
Piştî QSD’ê DAIŞ têk bir, Şaredariya Gel a Bajarokê Mergeda gelek projeyên xizmetguzariyê pêk anîn û pêwîstiyên jiyanî ji gel re peyda kirin.