QSD’ê 16 çeteyên DAIŞ’ê li Hesekê girtin

Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê li bajarê Hesekê operasyoneke berfireh li dijî DAIŞ’ê pêk anî.
QSD’ê ragihand ku di wê operasyonê de 16 çeteyên DAIŞ’ê hatine girtin.

QSD’ê eşkere kir ku 22’ê sibsatê, hêzên wan li Hesekê avêtiye ser komeke çeteyan.

Di encamê de, 16 çeteyên ku destê wan di çalakiyên terorane de û destekdayîna çeteyên DAIŞ’ê de hebûn hatine girtin û lêpirsînê bi wan re dest pê kiriye

QSD’ê diyar kir ku di heman operasyonê de qaseyeke çek û cebilxane bi wan çeteyan re hatiye girtin.

Hêzên Sûriya Demokratîk da zanîn ku dê piştre agahiyên berfireh têkildarî çeteyên girtî de belav bike.

Back to top button