124 rojin agahî ji rojnamevan Silêman Ehmed nayê girtin

Rojamevanê ajansa rojnews’ê Silêman Ehmed ji hêla PDK’ê ve hatiye revandin û ev 124 roj in aqûbeta wî nayê zanîn.
Her ku diçe guman û fikir li ser jiyana Silêman Ehmed zêde dibe.
Heman wextî jî PDK’ê rê nade ti kes hevdîtinê li gel wî bike.

Derbarê revandina Rojnamevan Silêman Ehmed de Parêzer Beşdar Hesen axivî û got: “Em li gel tîma parêzeran amadene ji bo hemû di derbarê vê dosyayê de alîkarbin.

Heta niha jî malbat û parêzerên wî nekarîne hevdîtinê li gel wî bikin.

Ev yek binpêkirina yasayê ye, pêwîste li gor yasaya hejmar 35 a sala 2007’an nêzî rojnamevanan bibin.

Nabe rojnamevanek çar mehan girtî bimîne û neyê berdan.”

Di dawiyê de Beşdar Hesen diyar kir ku ajansa Rojnews yek ji wan ajansane ku bi berdewam rexne li bêdadiya ku heyî dike ye.

Ji ber wê karmend û rojnamevanên Rojnews’ê di dema kar û çalakiyan de rûbirûyê êşkence, êş û girtinê tên.”

Ev 4 meh in ti agahî ji rojnamevan Silêman Ehmed nayê girtin

Back to top button