Di çarçoveya Tirkkirina herêmê, li Serê Kaniya dagirkirî, artêşa Tirk 8 mal desteser kirine û ew veguherandine dibistan û peymangehên olî.
Çavdêriya Sûrî ya Mafê Mirovan ragihand ku artêşa Tirk û çeteyên xwe, 8 mal bi alîkariya Desteya Alîkariyên Mirovî û Mafên Mirov û Azadiyan a Tirkî (IHH), 4 mal ji wan kirine peymangeh û 4’ên din jî li ber avakirinê ne.
Li gorî Çavdêriyê, zarokên kêmî 14 salî li ber destê mamosteyên Tirk ku hejmara wan 140 e, perwerdeya olî ya radîkal dibînin.