Amerîka bi tawana geşedana nukleriya Îranê, ceza li 4 kompaniyên Çînî û Rûsî birîn

Birêveberiya Amerîkayê, 4 kompaniyên Çînî û Rûsî bi tawana piştgiriya geşedana bernameya nuklerî ya Îranî, ceza kirin.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo li ser hesabê xwe yê Tiwîtterê da xuyakirin, ku her çar kompanî, 2 li Çînê, 2 jî li Rûsyayê, bi tawana dabînkirina teknelojiyê bo bernameya mûşekên nuklerî, hatin cezakirin.

Wezareta Derve ya Amerîkayê bi daxuyaniyekê got:

“Dê cezayên li ser kompaniyan heta 2 salan bidomin û heta ji me bê, em ê nehêlin Îran, karîna xwe ya nuklerî zêdetir bike.”

Hemwextî daxwaziya Îranê ya vegera li peymana nuklerî ya 2015, ev gav hat avêtin.

Back to top button