Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku di 24 seatên dewî de, 120 kesên din bi vîrûsa Coronayê ketin.
Hevserokê desteya Tenduristiyê D.Ciwan Mistefa diyar kir ku 2 kesan jiyana xwe ji dest da.
Desteya Tenduristiyê diyar kir ku kesên pêketî..
- 26 li Tepqa
- 21 li Kobanê
- 17 li şehba
- 13 li Dêra Zorê
- 13 li Reqa
- 12 li Hesekê
- 6 li Qamişlo
- 5 li Dêrik
- 4 li Minbic
- 1 li Girkê Legê
- 1 li Amûdê
- 1 li Derbisyê
Li gel van pêketiyan, D.Ciwan Mistefa eşkere kir ku 14 kes jî, ji vîrûsê baş bûn.
Bi van daneyên dawî re, jimara pêketiyan li herêmê dibe 6 hezar û 945, ji wan 189 kes jiyana xwe ji dest daye û hezar û 19 kes jî başbûne.