Di konferansa Parlamentoya Ewropayê banga azadiya Rêber Apo hat kirin

Li ser rewşa li Kurdistanê û tecrîda li ser Rêber Apo li Parlamentoya Ewropayê Konferansek hate lidarxistin.
Di Konferansê de hate diyar kirin ku tecrîda li îmraliyê binpêkirina peymanên navneteweyî ye û hate gotin: “Divê Abdullah Ocalan azad bibe.”

Komîsyona Welatiyên Tirkiyê ya Ewropayê (EUTCC) li Parlamentoya Ewropayê konferansa bi navê “Li Tirkiyê girtiyên siyasî: Rêya azadî û aştiyê ber bi ku ve diçe” li dar xist.

Konferans ji aliyê Parlamenterê PE’yê Giuliano Pisapia, endamê Koma Tifaqa Pêşverû ya Sosyalîst û Demokratan ve tê destekkirin.

“Jinên Kurd pêşengên têkoşîna jinên cîhanê ne”

Damezrînera India Billion Risingê Abha Bhaiya li ser navê piştgiriya jinan axivî û got:

“Em ji zext û zordariya li ser gelê Kurd ên alîgirê azadî û demokrasiyê ne, gelekî bi hêrs in.”

Abha Bhaiya bal kişand ser têkoşîna jinên Kurd ku li ser fikir û felsefeya Rêber Apo ye û ev tişt anî ziman:

“Têkoşîna jinên Kurd, têkoşîna li dijî hevkarên kapîtalîst ye, lewma em piştgiyê vê yekê dikin.”

“Îtalya deyndarê ocalane lewma divê erkê xwe bicîh bîne”

Wezîrê Karên Civakî yê berê yê Îtalyayê Paolo Ferrero jî girtina Rêber Apo bi bîrxist û got :

“Em deyndarê Ocalan in, Îtalya mafê rûniştina siyasî daye lê vî mafê wî pêk ne anî.

Ji ber vê yekê divê Îtalya berpirsiyariya xwe bi cih bîne û li dijî şert û mercên tecrîdê tevbigere.”

“Ji bo aloziyên Rojhilata Navîn bi dawî bibe divê birêz Ocalan bê berdan”

Her wiha parêzvana Mafên Mirovan a Swîsreyê Elisabeth Decrey jî dazanîn ku ji bo pirsgirêkên Rojhilata navîn çareser bibe divê demlidest de Rêber Apo bê berdan û wiha axivî:

“Tecrîda li Îmraliyê êdî veguheriye pergala êşkenceyê.

Nayê qebûlkirin ku aktorê girîng ê çareseriya pirsgirêka Kurd Ocalan di bin tecrîdê de bê hiştin.”

Back to top button