Çavdêriya Sûrî ya Mafê Mirovan têkildarî rewşa dawî ya herêmên gundewarê Hema, Idlib û Laziqiyê agahiyên nû belav kirin.
Çavdêriyê ragihand ku li zêdetirî 11 herêm, bajarok û gund topbaran pêk hatiye.
Hêzên rejîma Sûrî herêmên Cebel Ekrad û gundê Eyn Qentera yên gundewarê Laziqiyê, herêma Litamine û dewrûbera wê ya gundewarê Hemayê da ber topan.
Her wiha herêmên Sermaniyê ya Sehil xab jî hat topbaran kirin.
Li aliyekî din li gundewarê Laziqiyê navbera hêzên rejîmê û çeteyên Artêşa Îza şer derket.
Di encama topbaran û şer de ziyanên maddî çêbûn.