Xelkê Çiyayê Eqîl yên bajarê Babê ku dikeve gundewarê rojhilatê Helebê, di hefteya 8 mîn de jî daketin xwepêşandanê.
Erdên wan ji aliyê leşkerên dewleta Tirkiyê ve hatine dagirkirin û wan jî careke din daxwaza erdê xwe kirin.
Ji ber hebûna leşkerên Tirkê li herêmê, bi salan welatî nikarin vegerin nav mal û erêdên xwe û rê li ber wan hatiye girtin.
Ji ber wê her heftî roja înê dadikevin xwepêşandanê û daxwaza vegera ser milkên xwe dikin.
Îro jî di hefteya 8’emîn de welatî li qadan bûn û bi dirûşmeya “Mafê Vegerê” ya ser milkên xwe piştrast kirin.
Her wekî daxwaza edalet û tezmînatê ji bo windahî û zirarên ku di salên borî de kişandine kirin.
Xwepêşandêran teqez kirin ku daxwazên wan bi tenê vegerandina mafên wan ên rewa û rêdana vegera wan bo mal û erdên xwe ye.
Ji ber ku çiqas dem derbas bibe jî mafê vegerê nayê terikandin an jî paşguhkirin.
Hêrsa xwepêşandêran ya ji Rêveberiya Şamê ku guhê xwe li daxwazên welatiyan girtî jî hebû.



