Li çend bajarên Sûriyê xwepêşandan û nerazîbûneke berfireh heye.
Welatî bi xwepêşandanan daxwaza edaleta veguhêz û biryarên dadperwer ji bo gel dikin.
Vê carê li gundewarê Şamê, ji bo eşkerekirina çarenûsa windayan û hesabpirsîna ji berpirsiyaran xwepêşandan hebû.
Li bajarê Yebrûd yê herêma Qelemûnê a gundewarê Şamê di bin dirûşmeya “Hêrsa Qelemunê” ji bo daxwaza eşkerekirina çarenûsa windayan û pêkanîna edaletê xwepêşandan hat kirin.
Welatiyên gelek bajar û bajarokên derdorê jî beşdarî xwepêşandanê bûn.
Welatiyan bi silogan û pankartan daxwaza eşkerekirina rastiyê, hesabpirsîna berpirsên ji binpêkirinan û pêkanîna edaletê ji bo qurbaniyan û malbatên wan kirin.
Ev xwepêşandan jî, piştî dîtina goreke komî ku tê de cenazeyên hejmarek ji niştecihên bajarokê Qere hebûn pêk tên ku hêrs û nerazîbûna gel a li herêma Qelemunê zêde kir.



