BUROYA JIN A PARTIYA PÊŞEROJÊ YA SÛRÎ ÇALAKIYEK ORGANIZE KIR

Buroya Jin a Partiya Pêşerojê ya Sûriyê bi boneya Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinan bi silogana ‘Ber bi pêşerojek bê tundî’ çalakî orgenîze kir.

Di nav çalakiyan de panelek, şevbuhêrkek û pêşengeke hatin li darxistin.

Panel, şevbuhêrka helbestan û pêşengeha wênesaziyê li navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya bajarê Qamişlo hat lidarxistin.

Bi dehan nûnerên saziyên civaka sivîl û partiyên siyasî tev li panelê bûn.

Mijarên panelê girêdayî sedemên tundiyê, cureyên wê û tundiya li dijî jinan di qanûnên navdewletên de bûn.

Di panelê de girîngiya pêşxistina asta peerwerdeyê li gel jinan û têkoşîna li dijî hemû cûreyên şîdeta li ser jinan hate kirin.

Di dawiya panelê de girêdayî diyardeya tundiyê û rêbazên bi dawîkirina wê bi rêya danîna rêzeqanûnan nîqaş hate kirin.

Piştre hejmarek helbestvanan berhemên xwe yên li ser tundiya li dijî jinan û rola jinan ya pêşeng di civakê de ji beşdaran re gotin.

Paşê pêşengeha wêneyan a hejmarek wênesazên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate vekirin.

Leave a Reply

Back to top button