Ciwanên Qamişlo êrişên kîmyewî şermezar kirin û soza tolhildanê da

Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan bi dirûşma “Tolhildan” meşek ji bo şermezarkirina bikaranîna çekên kîmyewî li dijî gerîla ji aliyê dewleta Tirk ve li dar xist.

Bi sedan şêniyên Qamişlo, endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê, Yekitiya Jinên Ciwan, Meclisa Malbatên Şehîdan, PYD, TEV-DEM û Kongra Star daketin qadan.

Meş ji pêşiya çerxerêya Osman Sabrî dest pê kir û ber bi navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ve bi rê ket.

Li wir endama Yekitiya Jinên Ciwan a Herêma Cizîrê Ronahî Hisên axivî û soza tolhildana şehîdan, bilindkirina asta têkoşînê û şopandina rêya şehîdan heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan da.

Back to top button