YE peymanên bazirganiya bi Awistralya re paşxist

Awistralya piştî peymana AUKUS ya li gel DYA û Ingilistanê di hedefa YE de ye.
Welatên endamên yekîtiyê ji ber Awistiralya peymana bi Fransa re betal kir bertekên xwe nîşan didin.
Herî dawî YE peymana bazirganiya li gel Awistralya paş xist.

Vekişîna Awistralya ji peyama bi Fransa re, bandor li ser bazirganiya navbera wê û Yekîtiya Ewropa (YE) kir.

Peymana bazirganiya navbera Awistralya û YE de hate paşxistin.

Wezîrê Bazirganiyê yê Awistralya Dan Tehan, di daxuyaniya li ser mijarê de diyar kir ku dewreya 12’emîn a danûstandinên peymana bazirganiya azad a di navbera YE û wan de ji bo Mijdarê hate paşxistin.

Tehan dazanîn ku ew ê hefteya bê li gel Cîgirê Serokê Komisyona YE yê ji bazirganiyê berpirsyar Valdis Dombrovskis, re hevdîtin bike û rewşê binirxînin.

YE û Awistralya 2018’an dest bi danûstandinên peymana bazirganî kirin.

Di vê qonaxa danûstandinan de, tê çaverêkirin ku aliyan li ser cûrbecûr mijarên bazirganî gotûbêj bikin.

Serokê Amerîka Joe Biden, serokwezîrê Îngilîstan Borîs Johnson û serokwezîrê Awistralya Scott Marrîson (Skot Karîson) 15’ê Îlonê peymana parastinê mohr kirin.

Li gorî peymanê, Awistralya wê karibe bibe xwediyê 8 keştiyên bin avî yên enerjiya nukleerî.

Hersê welatan îdîa kirin ku armanca wan ji peymana binavê “AUKUS” peydakirina aramiyê li herêma Hînd-pasîfîkê ye.

Serokomarê Fransa Emmanuel Macron ev helwesta Awistralya weke îxanetê binav kiribû û konsolên xwe yên li Kanberra û Waşîngtonê paşde vekişandibû.

Rêveberiya Fransayê îşaret dabû ku ew ê peymana bazirganiyê ya di navbera YE û Awistralyayê de asteng bike.

Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewropayê Ursula von der Leyen piştgiriya xwe ya ji bo Fransa ku endamê YE yê ye anî ziman û diyar kir ku helwesta Awistralya ya vekişîna peymana bi Parîsê re nayê pejirandin.

Back to top button