Li Hesekê cenazeyê 5 şervanên QSD’ê hatin oxirkirin

Li kantona Hesekê 5 şehîdên QSD’ê bi merasîmekê hatin oxirkirin.
Beşdaran soza şopandina riya şehîdan ya heta gihiştina armanca wan dan.

Li goristana şehîd Dijwar a bajarê Hesekê ji bo oxirkirina cenazeyên 5 şehîdên QSD’ê merasîmekê hat lidarxistin.

Her 5 şervanên komandos yê QSD’ê li Dêrazorê di encama êrişek esmanî de, şehîd bûn.

Bi hezaran ji xelkên kantona Hesekê û gundewarê wê beşdarî merasîmê bûn.

Di merasîmê de, bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan Fatme Elî axivî û got:

“Bi saya fedakariyên şehîdan gelê herêmê gelek destkeftî bi dest xistin.

Şehîdan ji bo têkbirina hewldanên derxistina fitneyê di nava pêkhateyan de canê xwe feda kirin.”

Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya kantona Cizîrê Serhed Tirbespiyê bi navê QSD`ê axivî û sersaxî da malbatên şehîdan.

Serhed destnîşan kir ku şehîdan rastiya projeya neteweya demokratîk û biratiya gelan îsbat kir, bi têkoşîna xwe hewldanên dewleta Tirk a dagirker û hevkarên wê têk dibin.

Serhed Tirbespiyê soz da malbatên şehîdan ku tola wan hilînin û herêmê ji tevliheviyê biparêzin.

Piştî axaftinê wesîqeyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatê hatin kirin.

Piştî wê girseya gel cenazeyên şehîdan di nav tilîliyên dayîkan û dirûmeyan de spartin axê.

Back to top button