Tîmên agirkujiyê yên Til Temirê agirê ku bi giyayê li qiraxa Çemê Zirganê ketibû, vemirand. Li herêma Koçeratê jî agir bi zeviyekê ketibû, hat kontrolkirin.
Li qiraxa çemê Zirganê agir bi giyayên hişkbûyî ket. Tîmên Rewşên Awarte yên Til Temirê şewat vemirand û nehişt ku zeviyên çandiniyê û tesîsên xizmetguzariyê yên li derdorê bide ber xwe.
Nûçegihana me ya Dêrikê jî jî ragihand ku li herêma Koçeretê, zeviyeke çandiniyê ya di navbera gundên Girasor û Bana Şikeftê de şewat derket.
Tîmên Rewşên Awarte yên Dêrik, Rimêlan û Gir Zîro berê xwe da cihê şewatê û bi alîkariya şêniyan agir vemirand.
Sedemên şewatê û rûbera qada ku şewitiyê nehatin zanîn.



