Li Swîsreyê çalakiya rûniştinê li ber avahiya Netewên Yekbûyî dewam dike

Çalakiya rûnistinê li bajarê Cenevre ku her roja Çarşemê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo tê lidarxistin dewam dike, di vê hefteyê de banga tevlîbûna meşa mezin a di 17’ê Sibatê de li Kolnê bê lidarxistin hate kirin.

Di çalkiyê de li dijî tecrîda giran û êrişên li dijî gelên kurd derdor hate agahdarkirin.

Hevseroka Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Cenevreyê (CDK-Ge) Tûba Yilmaz axivî û got:

“Bi pêşengiya dostên enternasyonalîst wê di navbera 10-15’ê Sibatê de ji Baselê heta Strasboûrg meşek dirêj bê lidarxistin.

Em jî wekê têkoşerên Cenevreyê cihê xwe di vê meşê de bigirin û vê pêngavê bi ser bixin.”

Tûba bang li gelê kurd û dostên li Cenevreyê kir ku beşdarî çalakiya 17’ê Sibatê ya li Kolnê bê lidarxistin bibin.

Meşa ji Parîsê bre bi Starsboûrgê ve di roja 17’emîn dewam dike

Li aliyê din “Meşa Azadiyê” ya ji Parîsê ber bi Starsboûrgê ve di roja 17’emîn de li bajarê Sarcellesê berdewam kir.

Çalakvanan di tevahiya meşê de bi hezaran belavok li gel û saziyên derdorê belav kirin.

Di meşê de bi bang û hoparloran êşkence û tecrîda li ser Rêberê Apo hat tehşîrkirin.

Meşa îro li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a banliyo Sarcelles bi dawî bû û dê sibe li bajarê Amîens ê Fransa ye berdewam bike.

“Meşa Azadiyê” ya li Parîsê dest pê kirî di roja 16’an de ye

Back to top button