HRE: Li Efrînê, Şehba ,Cerablûs û Xeta Til Rifatê 4 leşkerên Tirk ,12 çete hatin kuştin

Hêzên Rizgariya Efrînê bi daxwiyaniyekê raghand ku wan li li Efrîn ,Şehba ,Cerablûs û Xeta Til Rifatê çalakî li dijî dagirkeran li darxistin e..
Di encama van çalakiyan de, 4 leşker û 12 çete hatin kuştin.

Hêzên Rizgariya Efrînê rojan derbên giran li dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê dixin.

Hêzên Rizgariyê ragihand ku wan li Efrîn ,Şehba ,Cerablûs û xeta Til Rifatê li dijî daxirkeran bi şêwazê cûda çalakî li diarxstine û derbarê çalakiyên xwe de ev agahî parveki:

“Li hember êrişên artêşa Tirk a qirker, çalakiyên me yên bersivdayinê berdewam dikin.

23’ê Tebaxê, li gundê Meryemînê ya Şera, li hember baregeha artêşa Tirk çalakiyek hat li dar xistin.

Di encama vê çalakiyê de 2 leşker hatin kuştin, 1 leşker jî birîndar bû.

4’ê Îlonê li gundê Kil Cibrîn yê Ezazê, li dijî baregehek Tirkan çalakiyek hat lidar xistin.

Di encamê de leşkerek hat kuştin, 2 jî birîndar bûn.

7’ê Îlonê, li eniya Hirbilê ya Şehba, di encama çalakiyek de 4 çete hatin kuştin, 1 çete jî birîndar bû.

Di vê çalakiyê de seyareyek çeteyan jî hate rûxandin.

Di roja 8’ê Îlonê de, nêzî gundê Şêx Îsa yê Til Rifatê di encama çalakiyek hêzên me de leşkerek hat kuştin.

Di roja 9 ê Îlonê de, li Cerablûs û li bejahiya herêma Efrînê du çalakiyên bibandor hatin li dar xistin.

Di encama çalakiya Cerablûsê de 2 çete hatin kuştin û motorekî çeteyan hat ruxandin.

Di çalakiya din de jî depoyek cebilxane yê çeteyên dagirker hat hedef girtin.

Di encam de 6 çete hatin kuştin, depoya cebilxane bi temamî hat ruxandin.

Di encama van 6 çalakiyan de bi giştî 4 leşker û 12 çete hatin kuştin, 3 leşker û çeteyek jî birîndar bûn.”

Hêzên Rizgariya Efrînê di dawiyê diyar kir ku Li hember êrişên artêşa dagirker, wê çalakiyên wan ê bersivdayînê berdewam bike.

Back to top button