Rêxistina Efûyê a Navneteweyî bang li PDK’ê kir ku rojnamegeran berdin

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (Amnesty İnternational) di derbarê girtiyên Behdînanê yên di girtîgeha Hewlêrê de nameyek ji hikumeta Başûrê Kurdistanê re şand û bang kir rojnamevanên ku hatine girtin, berdin.

Li Başûrê Kurdistanê azadiya rojnamevan û ragihandinê di metirsiyê de ye, PDK rojnamevnên mûxalîf bi awayekî kêfî digire û diavêje zîndanê.

Li dijî zext û êrîşên li ser rojnamevanên Başûrê Kurdistanê bertek her ku diçe zêdetir dibin.

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (Amnesty İnternational) derbarê girtina rojnamegerên Behdînanê de, nameyek ji nûnerê Ofîsa Bersivdayîna Raporên Navneteweyî yên hikûmeta Herêma Kurdistanê re şand.

Rêxistinê di nameya xwe de dadgehkirina rojnamegeran weke dadgehekirinek ne bi edalet bi navkir û got;

“Niha 5 rojnameger ketine greva birçîbûnê, ji ber ku li benda biryara dawîne. Tê payîn rojnameger heya 16’ê Adarê greva xwe ya birçîbûnê dewam bikin.

Divê kesên hatine girtin bê şert werin azadkirin.”

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî diyar dike ku li gor agahiyên di destê wan de hêzên asayişê bê ku belge nîşanbidin bi darê zorê bi ser malê rojnamevan de digrin û wan binçav dikin.

Rêxistinê diyar kir ku piştî pinçavkirinê rojnamevan nikarin bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtin bikin. Rêxistina Efûyê bang li rayedarên Hikûmeta Başûr kir ku dawî li van kiryarên xwe bînin.

Dadgeha PDK’ê niha jî di derbarê rojnameger Eyhan Seîd, Difa Herkî û Faîd Husên de biryara girtinê derxistiye.

Di 16’ê Sibatê de Dadgeha Hewlêrê 6 sal ceza li Şêrwan Şêrwanî, Şivan Seîd, Guhdar Zêbarî, Eyaz Kerem û Harîwan Îsa birîn. Ev biryara cezayê li Başûrê Kurdistanê û dervey welat bû sedema bertekan û hîn jî bertek didomin.

Her wiha hîn nêzî 50 kesên din ên ji aliyê PDK’ê ve hatine binçavkirin, di girtîgehê de ne.

Back to top button