Dewreya perwedeyê a li akademiya Şehîd Jînda bi dawî bû

Akademiya Şehîd Jînda ya Leşkerî ya YPG û YPJ’ê dewreyeke perwerdeyê a şervanên nû bi dawî kir.

Şervanên ku biryara tevlîbûna YPG û YPJ`ê dane û 4 meh in di dewereya bi navê Şehîd Zinarîn de perweredeyê dibînin, duh perwerdeya xwe bi dawî kirin.

Şervanan di dewreyê de waneyên fikirî yên li ser rêbazên şerê taybet, rastiya jinê, perwerdeyên leşkerî û çawaniya bikaranîna çekên cur bi cur dîtin.

Di merasîma bidawîkirina dewreyê de, şervanên YPG û YPJ’ê, gelek şênî û endamên ji saziyên civaka sivîl amade bûn.

Di merasîmê de fermandarên YPG û YPJ’ê axivîn û qedandina dewreyê li şervanan pîroz kirin. Fermandaran destnîşan kir ku divê şervan erka xwe ya parastina herêmê bi cih bînin û destkeftiyên ku bi saya şehîdan hatine bidestxistin biparêzin.

Piştî merasîmê şervanan sond xwarin.

Di dawiya merasîmê de li ber stranan govend hatin gerandin.

Back to top button