MXDŞ: Ji bo her êrîşekê divê civaka Êzidî amade be

Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê civîna xwe ya du mehan lidarxist.

Civîna Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê li Meclisa Gel a Xanesorê pêk hat û tevahiya nûnerên sazî û rêxistinên ser bi Rêveberiya Xweser tevlî civînê bûn.

Di civînê de rewşa siyasî hate nirxandin û îşaret bi berxwedana Gare hate kirin. Hate diyarkirin ku li ser bingehê tinekirina sîstema xweseriya demokratîk êrîşa li ser Gareyê pêk hat.

Hat gotin ku li Başûr, Bakur, Rojava û Şengalê sîstema xweser ji aliyê dewleta Tirk ve hedef tê girtin.

Di civînê de Şengaliyan gotin ku ji bo her êrîşekê divê civaka Êzidî amade be.

Piştî rewşa siyasî rapora Saziyên Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê hat xwendin û nirxandin.

Back to top button