Komkujiya Parîsê..Parêzer Hemze Melkî: Divê Fransa jinûve dest bi lêkolîne bike

Parêzer Hemze Melkî bang li hikûmeta Fransayê kir ku derbarê komkujiya Parîsê de jinûve dest bi lêkolîne bike.

Beriya demekê serokê berê yê Daîreya Îstixbaratê ya fermandariya Giştî ya Tirkiyê Îsmaîl Hakki Pekîn mikûr hatibû ku wan komkujiya Parîsê pêk aniye.

Di vê komkujiya ku di 9’ê Çileya 2013’an de li paytexta Fransayê Parîsê pêk hatibû, her sê jinên Kurd ên şoreşger Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hatibûn şehîdxistin.

Derbarê mikûrhatina Îsmaîl Hakki Pekîn de, parêzer Hemze Melkî axivî û bang li dewletên Ewropayê kir ku piştî van îtirafên zelal komkujiya Parîsê ji nû ve were lêkolînkirin.

Hemze Melkî bang li hemû dewletên Ewropayê bi taybet Fransayê kir ku berpirsyariyên xwe bi cih bînin.

Back to top button