Dagirkeran Ciwanek ji navçeya Bilbilê ya Efrînê revand

Sûc û hovîtiya dewleta Tirk a dagiker li Efrînê didome, dagirkeran ciwanekî din li navçeya Bilbilê revand.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê Sûrî ragihand ku li navenda navçeya Bilbilê çeteyan ciwanê bi navê Osman Şeban revand.

Hat ragihandin çeteyan bi bihaneyên ne rast ew revand û heya niha jî çarenûsa wî nadiyar e.

Çete ji bo dizîna şûnwarên Efrînê derdora keleha Nebî Horî dikolin

Li aliyekî din, çeteyên dagirkeriya Tirk derdora keleha Nebî Horî ya li navçeya Şera bi alavên giran dikolin.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan diyar kir ku çete ji bo dizîna şûnwaran, derdora kelehê carek din dikolin.

Back to top button