Enqere bi sînordarkirin bikaranîna S-400 hewl dide xwe bêtir nêzî Waşintonê bike

Wezîrê Parastinê yê Tirkiyê Hilûsî Akar da xuyakirin, ku bêparkirina Enqereyê ji hilberandina balafirnên F-35, ji ber kirîna pergala S-400, digel giyanê hevbendiya di çarçoveya NAYO’yê de nagunce.

Hilûsî Akar da zanîn ku kirîna S-400 a Rûsî mijareke nîştimanî ye û Tirkiye dê pergalê serbixwe û dûrî NATO’yê bi kar bîne, eger rastî ti êrîşan were.

DYA ji ber ku dibîne pergala S-400 li ser NATO’yê metirsiyek e, Tirkiye ji bernameya hevbeş a hilberandin û bipêşvebirina balafirên F-35 dersixt û ji bidestxistina 100 balafiran jî, bêpar kir.

Gotina Akar “em ê S-400 tenê di dema pêwîstiyê de bi kar bînin”, nameyeke ne-eşkere ye, ji bo sivik-kirina tengijînan digel Amerîkayê, her wiha da Tirkiye xwe bêhtir nêzî rêveberiya Joe Biden bike.

Back to top button