Îran li gel şandina hêzan êrîşî jin û zarokan dike

Rejîma Îranê weke zext li ser xwepêşanderên Beluç, xetên înternetê qut kir û hêzen leşkerî dişîne herêmê.

Duh bi şev xwepêşanderan li Beluçistanê rêya Tiranzêtî ya li rex Derya Uman a li Başûrê Rojhilatê Îranê, rê li trafîkê girtin.

Navbera xelkê Beluç û hêzên Îranê, li rêya Beset û Tebatbayî ya navenda bajarê Zahdan şer çêbûye.

Li gorî dîmenên belavbûyî jî, hêzên rejîma Îranê êrîşê jin, zarok û xelkê tevlî xwepêşandanê dibin, dike.

Di encama êrîşa hêzên rejîmê de, gelek kes hatin girtin û hêzek mezin bi tank û topan şandiye herêmê.

Weke di dîmen de jî tê dîtin, helîkopter di ser xwepêşanderan re difirin.

Ji ber ku rejîma Îranê xetên înternet û telefonê qut kirine, zanyarî dereng tên bidestxistin.

Di encama êrîş û zextên li dijî xwepêşandanên ku 23’ê Çileyê destpêkirî de, 15 kes hatin kuştin û bi dehan jî birîndar bûne.

Back to top button