“Metirsî heye girtiyên din mîna çalakvanên Behdînanê bên cezakirin”

Parêzerên girtiyên Behdînanê dibêjin ku metirsî heye binçavkiriyên din jî bi biryarine siyasî bên sizakirin.
Li Norwecê jî binpêkirina maf û girtina rojnamevan û çalakvanan bi çalakiyekê hat şermezarkirin.

Li Başûrê Kurdistanê mafên mirovan bi girtin, binçavkirin û darizandina zordar têk çûye. Desthilat hewl dide bi sizakirina azadîxwazan, rê li ber bangên mafxwaziyê bigire.

Parêzer Mihemed Ebdullah got ku metirsiî heye binçavkiryên din mîna rojnamevan û çalakvanên Behdînanê bi madeya 1. a yasaya jimar 21. a sala 2003’yan a parlemena herêmê bên sizakirin.

Parêzer Mihemed Ebdullah da xuyakirin ku jimara girtiyan, ji 40 heya 50 û di demeke nêz de dê bên dadgehkirin.

“Parêzerên girtiyên Behdînanê dema wergirtina vegotinan ne amade bûn”

Parêzer Remezan Eritîsî jî anî ziman ku Dadgeha Hewlêrê di dema wergirtina vegotinên girtiyan de, nehişt ku parêzer amade bibin û dadweran digel wan ti peywendî nekir.

Serkewt Şemsiddîn: Behdînan ne milkê Mesrûr û bavê wî Barzanî ye

Parlamenterê Iraqê Serkewt Şemsiddîn destnîşan kir ku cezakirina kesên navborî bûye sedema ku Amerîka jî nerazîbûnan nîşan bide.

Serkewt Şemsiddîn diyar kir ku dibe Başûrê Kurdistanê ji ber binpêkirina mafan, bikeve lîsteya cezayan a Amerîkayê.

Parlementerê Iraqê bang li parlemenê kir ku li dijî biryara dadgeha Hewlêrê fişarê bike û got:

“Ji mercên azadkirina rojnameger û çalakvanan, ew e ku desthilat deswerdana Behdînanê hew bike, ji ber ku ne milkê Mesrûr û bavê wî Barzanî ye.”

Komîteya Başûr li Norwecê binpêkirin û girtina rojnamegeran şermezar kir

Komîteya Başûr a Norwecê li Osloyê li ber parlemenê binpêkirina maf û girtina rojnamevanan bi çalakiyekê şermezar kirin.

Çalakvanan bang li hikûmeta Başûrê Kurdistanê kir ku tevahî girtiyan berde û rêzê ji mafê derbirandin û demokratîkê re bigire.

Back to top button